Sadir banga çekdanînê li hêzên Seraya Selam kir

Mûqteda Sadir çend biryarek belav kir û daxwaz ji hemû hêzên fermî û nefermî yên Seraya Selam kir ku li Kerbelayê çekên xwe danin.

Rêberê Tevgera Sadir Mûqteda Sarir têkildarî şerê şeva borî ya li Kerbelayê çend biryar belav kir.

Sadir daxwaz ji hemû hêzên fermî û ne fermî yên Seraya Selam (Baskê leşkerî yê Tevgera Sadir e) kir ku li Parêzgeha Kerbelayê çekên xwe danin.

Hate ragihandin ku wê ji nû ve rêveberiya Seraya Selam ava bike û hemû wesayîtên taybet vekişînin.

Hêjayî bibîr xistinê ye şeva borî li Kerbelayê Koma Ezherî ya Tevgera Sadir cuda bûyî, bi çekdarên Seraya Sadir re ketin nava şer û di şer de gelek çekdar hatin kuştin û birîndar bûn. Piştre hêzên ewlekariyê destwerdan li bûyerê kir.